Print this page

DYA: Em piştgiriyê nadin hewldaneke serbixwe ya Kurdan!

13:04:28

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry derbarê operasyona Cerablûsê de ragihand ku ew yekparçeyiya axa Sûriyê diparêzin û piştgirî nadin hewldaneke serbixwe yê kurdan.

John Kerry li Cenêvê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Nûnerê Neteweyên Yekgirtî (NY) Staffan de Mistura hevdîtinek pêk anî.

Piştî hevdîtinê Kerry û Lavrov civîneke rojnamevanî sazkirin.

Sergey Lavrov ragihand ku ji hinek aliyan ve, derbarê karkirina ligel rêveberiya Sûriyê û dijbereya Sûriyê de, bi Amerîkayê re lihevkirine.

Lavrov daxuyand ku li ser mijara Sûriyê pir kêm xal mane ku nehatibin zelalkirin û ew jî dê hefteya pêş me li Cenêvê ji aliyê pisporan ve bêne gotûbêjkirin.