13:28:43
Rojava News: Li ser rêya qezaya Daqûq a ser bi Kerkûkê, bombeyeke vedayî di otomobîla pêşmergeyan de teqiya û pêşmergeyek şehîd bû.
Li gor zanyariyên Rudawê; Fermandarê Lîwaya 9emîna a Hêzên Pêşmerge Aras Ebdûlkerîm gotiye seet 05.05ê danê sibê, di dema derbasbûnê de bombeyek di otomobîla Hêzên Pêşmerge de teqiyaye.
Ebdûlkerîm da zanîn ku di encamê de pêşmergeyek şehîd bûye û 2 pêşmerge jî birîndar in.
Hêjayê gotinê ye ku qezaya Daqûqê 50 km li başûrê Kerkûkê ye û hejmara şêniyên wî nêzîkê 50 hezar kesan e.