00:09:00
Rojava News: Li başûrê bajarê Cerablûsê bi roketan êrişê tankên Tirkiyê kirin û di encamê de leşkerek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li gor zaniyariyan li Cerablûsê bi roketan êrişî tankên Tirkiyê hat kirin û 2 roket li tankê ketine û di encama êrişê de leşkerek hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
Leşkerên birîndar ji herêmê bi ambulnasan veguhestine Nexwşxaneya Dewletê ya Dîlokê.
Herwiha li gorî ragihandina nêzîk Yekîneyên Parastina Gel 2 tankên Artêşa Tirk ji aliyê Encûmena Leşkerî ya Cerablûsê ve hatine têkbirin.
Îro hatibû ragihandin Artêşa Tirkiyê bi 20 tankên ku li bajarê Cerablusê bicih kiriye, gundên li başûrê bajêr û gundê El-Emarnê topbaran dike.