Print this page

Operasyona Cerablusê koçberî li pey xwe anî

00:58:36

 

Rojava News: Operasyonên şer yên Hesekê û Cerablusê pêleke koçberyê li pey xwe anî û piştî ku agirbest li Hesekê hat ragehandin pranya xelkên hesekê vegeryan ser mal û mulkên xwe.

Lê di heman demê de koçberya operasyona Cerablusê ber bi efrînê ve dest pê kir û heta nha berdewam dke.

Piştî ku şer li Hesekê di navbera artêşa Sûriyî û hêzên Kurdî de dest pê kir, bi hezarên malbatên Kurd û Ereb ji bajar koçberî bajar û bajarok û gundewarê Cezîrê bûn.

Di heman demê lehiya koçberiyê ji deverên şer li Dêrazorê û Minbic û Cerablusê ber bi devera Efrînê birîket.

Tê texmînkirin ku; 3 hezar koçber ji Cerablusê çûn Minbicê, ku tê pêşbînî kirin berê xwe bidin Efrînê.

3 hezar û 200 koçber ji Cerablus û Babê û Dêrazorê beriya operasyonê çûne Efrînê. 2 hezar malbat ji Hesekê ji ber şer çûne Til Temir. Hezar û malbat ji Hesekê jiber şer çûne Amûdê. 800 Malabat ji Hesekê ji ber şer çûne Dirbêsiyê.3 hezar malbatên Ereb ji Hesekê ji ber şer çûne Tilberek, Hol, Tilhemîsê.

Piştî ku agirbest li Hesekê hat ragihandin koçberên Hesekê rojane vedigerin ser malûmulkên xwe, di heman dema ku lehiya koçberiyê ji devera Cerablusê ber bi Efrînê ve dest pê kiriye.