09:19:27
Rojava News: Bi helkefta yekemîn salvegera komkujiya kemyona Nimsayê ya ku 71 kes tê de hatibûn xiniqandin, seknek şermezarkirinê li Qamişlo birêve çû.
Malbatên hin qurbaniyan li gel hejmarek ji endamên tevgera siyasî kurdî û saziyên civaka sivîl bi serpereştiya nivîsîngeha mafê mirovan li kantona cizîrê sekneke nerazîbûnê li bajarê Qamişlo lidar xistin.
Xelîl Mistefa bavê du ciwanên ku di wê kemyonê de hatibûn xiniqandin, daxuyaniyek bi navê malbatên qurbaniyan ji raya giştî re xwend û tê de daxwaza lêpirsîn û dadgehkirina kesên ji ber wê bûyerê de berpirsyar kir.
27 Tebaxa Sala borî, li Nemsayê 71 penaber ku pirsaniya wan xelkê Sûriyê bûn, di kemyoneke veguhestina mirîşkan de hatin xeniqandin.