Print this page

Demîrtaş: Emê sîstemê biguherin

Rojava News: Hevserokê Partiya Demokrat a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş  sîstema siyasî ya Turkiyeyê bi sîstema diziyê ya bav ji bo kur bi nav kir û got: “Emê vê sîstemê biguherin.”

 

Hevserokê HDPê Selahattin Demîrtaş beşdarî kongreya partiya xwe li bajarê Tekirdag bû û têde gotarek pêşkêş kir û got, sîstema siyasî ya Turkiyê, sîstema diziyê bav ji bo kur e.

 

Demîrtaş wiha got: “Di sîstema AK Partiyê  de dizî ji bav bo kur dimîne, di nav me de jî hejarî ji bav bo kur dimîne, lê emê vê sîstemê biguherin.”

 

Di gotara xwe de Demîrtaş rexne li AK Partiyê girt û anî zimana ku DAIŞ çiqa misilman be, AK Partî jî ewqasî misilman e.

 

Demîrtaş wiha domand: “Êdî li Tirkiyeyê olek a AK Partiyê heye. Navê wê olê ne îslamiyete. Li gorî ola wê dizî, bertîl, kuştina zarok û ciwanan ne guneh e.”

 

Herweha eşkere kir, HDP amade ye bi lîsta partiyê beşdarî hilbijartinan bibe.