Print this page

Amûdê … Kadroyekî PDK-S eve 15 rojin di zîndanên PYDê de ye

5:58:33 PM

RojavaNews: Eve 15 rojn xebatkarekî kurd û Endamekî Partiya Dîmuqrata kurdistan Sûriyê ,  ku di heman demê de yek ji rizgarbûyên komkujiya şewata sînemaya Amûdê ye, di zîndanên PYDê de girtî ye.

Hacî Mihimd Umer Şêxmûs Endamê komîta şaxê ya PDK-Sê, weke xebatkarekî bajarê Amûdê di warê siyasî û civaka sivîl de tên naskirin, temen 75 salî ye, û bavê neh zarokane, eve 15 rojn di zîndanên partiya PYDê de ye û çarenivîsa wî nediyare.

Şêxmûs li gel hejmarek serkird û Endamên partiyên Encumena Niştîmaniya kurd li Sûriyê di herdû rojên 15 û 16 vê mehê dema beşdarî di merasîmên hatina cenazeya şehîdê pêşmerge Hebîb Qerdî û xwenîşandanên li djî kiryarên PYD ji aliyê esayîşa PYD ve hatin girtin û hîn jî çarenvîsa wan nediyare .