Print this page

Balafirên tirk bombebaran dikin, sivîl hatin kuştin

21:55:33

 

Rojava News: Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê diyar kir ku di encama bombebarana balafirên artêşa tirk a li ser başûrê Cerablusê de gelek sivîl mirine û gelek ji wan jî birîndar bûne. Li gorî AFPê hejmara kesên jiyana xwe ji dest da gihişt 40î.

Çavkaniyên artêşa tirk aşkere kirin ku wan çeperên YPGê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bombebaran kirin. Lê Fermandarê HSD jî ji ragihandinê re axivî û got ku li tevahiya gund sivîl hene û ji ber bombebaranê gund hilweşiya ye.

Herweha; Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş li ser rûpela xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Facebook” nivîsiye ku, di encama bombebarana firokeyên şer yên Tirkiyê li ser gundê Mixir El-Srêsat li başûrê Cerablusê de, bêhtir ji 40 kesî canê xwe jidest dane.