Print this page

PDK-S: PYDê li Efrînê bi dehan kes girtin!

10:41:34

 

Rojava News: Asayîşa bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Efrînê bi dehan kesên deverê desteserkirin û li çend navçeyan jî lêgerîna nav malan kirine.

Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand, “Hêzên ewlekariya PYDê, roja yekşemê  (28-08-2016) ji danê sibê heta nîvro, li bajarokê Recoyê mal bi mal lêgerîn pêk anîne û bi zorê daxwaz ji ciwanan kirine ku beşdarî wan bin.”

Li gorî daxuyaniyê  PDK-Sê hêzên asayîşê hejmarek endamên PDK-S û ENKSê yê li deverê binçav kirine.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku li gundê Besle ya bajarokê Şêrawa ya Efrînê jî hêzên asayîşê bi ser malan de girtine û welatiyên bi navê Xebat Husên, Îsmaîl Memo, Mistefa Kurba û Azad Birî girtine.

PDK-S di daxuyaniya xwe de dibêje, “Ev pêngav xizmeta berjwendiyên nîştîmanî yên gelê Kurd nake.”

Herwiha daxwaz ji rêxistinên navdewletî dike ku ji bo azadkirina girtiyan, guvaşê bixe ser PYDê.