10:48:16
Rojava News: Serokwezîriya Tirkiyê da ragehandin, tevî Artêşa Azad li Cerablûsê 10 gund û li Ra'î jî 3 gund kontrol kirine.
Navenda Hemahengiya Serokwezîriya Tirkiyê derbarê operasyonê Cerablûsê de daxuyaniyek nivîskî belav kir, tê de wiha ragehandin: Di operasyonê de sivîl nebûne yek ji armancên êrişê parastina sivîlan bû.
Ji aliyeke din ve heta niha Artêşa Azad êrişên xwe li rojava û başûrê Cerablûsê berdewam dike û her yek ji gundên Amerîna, Eyn el Bayda, Dabîs, Balaban, Sûraysat, Cebel Kussa, Çilmixara, Kirata, Amerîna Jêrîn û ez Zahiriyah hatine kontrolkirin.
Herwiha li aliyê Ra'î jî gundên Ayyaşe, Şêx Ye'qub û Kersanlî hatine kontrolkirin.