3:38:44 PM
RojavaNews: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nîçirvan Barzanî, îro Duşemê seredaneke fermî bo paytexta Îraqî Bexdayê kir, û dê li gel berpirsên hikûmeta Îraqî bicive.
Li gorî daxuyaniya hikûmeta Kurdistanê li ser zarê berdevkê wê Sefîn Duzeyî û li ser malpera xwe ya fermî belav kir, dê Barzanî ligel serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî û hin berpirsên din hevdîtinan bike.
Heman daxuyanî amaje kir ku, seredana serokwezîrê Kurdî bo Bexdayê normal e, û dê mijarên ewlehî û operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê, herweha peywendiyên pêşerojê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bingeha civînên herdu aliyan bin.