12:37:56
Rojava News: DAIŞ ji Ezazê 3 roket avêtin bajarê Kilîsê û di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Duh, êvarî, ji herêma bin destê DAIŞ'ê ber bi Kilîsê ve roket hatin avêtin. Hat ragehandin, 2 roket li erdê vala, roketek jî li navenda bajêr avahiyek ket. Di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.
Derbarê rewşa birîndaran de agahî nehat dayîn û hat ragehandin polîs û tîmên hawarçûnê ber bi cihê bûyerê hatine veguhestin.