12:52:26
Rojava News: Hat ragihandin ku li Colemêrgê di dema derbasbûna wesayîteke zirhî ya polêsan de teqînek pek hat û di encamê de zarokek birîndar bû.
Li gorî zanyariyên berdest, li ser rêya bejayî ya di navbera Colemêrg û Wanê de li taxa Keklikpinarê di dema derbasbûna wesayîta polêsan de teqînek çêbû.
Waliyê Colemêrgê Cuneyt Orhan Toprak derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û ragihand ku di encama teqînê de zarokek bi navê B.S birîndar bûye. Zarokê birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê