13:35:07
Rojava News: Şer û pevçûnên giran di nav hêzê Ceyş El-Siwar ya ser bi HSDê ve û Çekdarên Rêxistina DAİŞê de li derdorê gundê Herbilê rûdan.
Li gorî hatiye zanîn; duh êvarî çekdarên DAİŞê êrîşî xalên kontirola “El-Siwar”kirin, û ji aliyê xwe ve Hêza Ceyş El-Siwar bersiva êrîsê bi tundî da.
Di heman demê de hate zanîn ku balafirên şer yên Rûsî kemyonên petrol nêzîkî wê deverê ku ji aliyê gundên jêrî kontirola DAİŞê ber bi Efrînê ve diçûn topbaran kirin, bê ku agahî derbarê encaman bên.
Hêjaye gotinê, ku şer û pevçûnên di nav HSDê û DAİŞê de ta niha berdewam in, bê ku pêşketina ti hêzê himber hêza din hebe.