Print this page

Encûmena Niştîmanya kurd berdewame di xwenîşandande

2:27:47 PM

RojavaNews: Encûmena Niştîmanya kurd li Sûriyê daxwaz ji xelkê bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê dike ku roja îna bê beşdarî xwenîşandanekê li dijî kiryarên PYDê li rojavayê kurdistanê bibin..

Li gorî agahyan ku duh Partiyên Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriyê li bajarê Qamişlo yê rojavayê  kurdistanê civyan û di civînê de biryar hat standin ku li dijî siyaseta nefîkirin û girtin û revandna serkird û Endam û alîgirên Encumena Niştîmaniya kurd li Sûriyê xwenîşandan roja îna bê li pêşya mizgefta selman farsî ya taxa Enteryê ya bajarê Qamişlo bê li darxistin, û daxwaza serbest berdana girtiyên kurd di zîndanên PYDê de bikin.

Li ser xwenîşandana roja înê ya ENKSê Endamekî Emîndariya giştî ya Encumena Nişîtmaniya kurd li Sûriyê daxwaz ji xelkê dike, ku di wê xwenîşandanê de beşdar bibin û kiryarên PYDê şermezar bikin.

Îro şazde roj li ser astengkirna çekdarên PYDê ji derbasbûna cenazeya pêşmergeyekî rojavayê kurdistanê, ku li mihwerê xazrê li herêma kurdistanê şehîd bûbû û têde bi dehan serkird û Endam û alîgrên Encumena Niştîmanya kurd li Sûriyê hatbûn girtin derbas dibe û hîn çarenvîsa wan girtyan nediyare.

Û heta niha PYD nehiştiye malbatên girtiyan jî wan bibînin û tu agahî li ser cihên wan jî nehatne zanîn.

Tevî ku Encumena Niştîmaniya kurd li Sûriyê jibo serbest berdana girtyên xwe çendîn xwenîşandan li rojavayê kurdistanê û herêma kurdistanê û çendîn welatên ewrupayê li darxistiye herweha seredana bi dehan ji partiyên kurdistanî û qunêlxaneyên welatên beyanî li herêma kurdistanê kirine lê hîn partiya Yekîtiya Demukratîk PYDê ku bi zora çekan xwe xistiye desthelat berdewame di kiryarên xwe de li dijî serkird û endam û alîgrên Encumena Niştîmanya kurd li Sûriyê.