Print this page

Cerablus: 'Agirbest ji bo 48 saetan hate ragihandin'

23:24:21

 

Rojava News: Duh Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê û artêşa tirk bi navbeynkariya DYAyê agirbest ragihand. Wezîrê berê yê Karê Derve yê Kobanê û şîrovekarê siyasê Idrîs Nassan diyar kir ku agirbest ji bo 48 saetan hatiye ragihandin û ji duh de şer neqewemiye.

Bi hewldanên DYAyê duh di navbera Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê û artêşa tirk de agirbest hatibû ragihandin. Li gorî daxuyaniya Berdevkê Fermandariya Navendî ya DYAyê John Thomas wan ji her du aliyan xwestiye ku li hemberî DAIŞê şer bikin û agirbestê ragihînin.

Piştî vê daxuyaniyê Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî ji Sputnikê re diyar kir ku di navbera Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û artêşa tirk de agirbest çêbûye.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê Tanju Bilgiç li ser van daxuyaniyan, diyar kir ku agirbest nîne û ew dixwazin YPG vekişe rojhilatê Feratê.

Rayedere kî ji Kobanê û şîrovekarê siyasê Idrîs Nassan ji Sputnik Kurdistanê ra diyar kir ku piştî DYA kete navbera her du hêzan agirbestek 48 saetan hate ragihandin û ji wê saetê heta niha şer rawestiyaye.

Li gorî zanyariyên Nassan da hêvî heye ku ev agirbest bibe demdirêj.