Print this page

Li 6 taxên navçeya Tetwanê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Rojava News: Hat ragihandin ku li 6 taxên navçeya Tetwanê ya Bedlîsê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Li gorî agahiyan li navçeya Tetwanê duhî bi şev çekdarên PKKê bi moşek û çekên giran êrişî xaleke kontrola polêsên Tirkiyê kirin û piştî êrişê li 6 taxên navçeyê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Waliyê Bedlîsê diyar kir ku di navbera saet 24.00 û 10.00an de li taxa Fatih, Karataş, Fuar, Çaglayan û Pinarbaşi bila welatî ji malên xwe dernekevin.

Li gorî zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin li navçeyê operasyon bi berfirehî berdewam e.