12:52:15
Rojava News: Doh bi şev Endamê PDK-Sê Ahmed Mihemmed Seydo li gundê Qesim yê bi ser Reco li mala xwe ji aliyê çekdarên YPGê hate desteser kirin.
Çekdarên PYDê şevê din 2016-08-31 avêtin ser gundê Qesim yê bi ser nehiyâ Reco ya girêdayî Efrînê û endamekî PDK-Sê yê bi Ahmed Mihemmed Seydo bê ku sedemekê nîşan bikin desteserkirin û birin ber bi cihekî ne diyar ve.
Li gor zanyariyên gihane destê Rojava News Endamê PDK-Sê yê bi navê Ahmed Mihemmed Seydo temen 35 saliye xwedî malbate û dema li mal li nav zarokê xwe buye hatiye girtin.
Malbata Ahmed Mihemmed Seydo jiber ku tû sedem nehatine nîşandan ji rewşa wî xemdarin.
Ta niha nayê zanîn Endamê PDK-Sê Ahmed Mihemmed Seydo ji bo çi girtine, û birine ku.