13:27:16
Rojava News: Çekdarên PYDê doh 2016-08-31 avêtin ser Gundê Mamila yê bi ser nahiye Reco girêdayî ye bi Efrînê û fişar li ser welatiyên gund kirin da beşdarî civînê wan bibin.
Dohî Çekdarên PYDê doh 2016-08-31 avêtin ser Gundê Mamila û fişar li ser welatiyên gund kirin da beşdarî civînê wan bibin, xelk razîne bûn da tevlî civînê bibin.
Piştî ku xelkê gundê Mamila tevlî civînê nebûn, çekdarên PYDê ew bi şewitandina gund tehdît kirin.
Ji aliyê din ve jî disa li Bajarê Efrînê qedexe anîn bazara haftane ya ku ji aliyê welatiyan ve tê danîn.
Li gor zanyariyên gihane destê Rojava News: Bazara Efrînê ku heftane ji aliyê xelkê deverê ve tê li darxistin û kirîn û firotina hemu xorek û kelûpelan lê tê kirîn, bi hinceta ku dû otomobîlên metirsîdar li nav bajar in danina vê bazarê doh hatiye qedexekirin.