Print this page

Leşkerên Tirkiyê Du sivîl li ser sînorê Til Ebyed kuştin

3:36:50 PM

 

RojavaNews: Leşkerên Tirkiyê Du welatiyên sivîl li ser sînorê Til Ebyed û Bakurê Kurdistanê kuştin herwiha nahêlin ku kes termên wan jî rakin.

 

û li gorî agahiyan ku, herdu welatiyên sivîl duh danê şevê hewil dan ji gundê Foylanê derbasî aliyê bakurê Kurdistanê bibin, lê ew rastî gulebarana Artêşa Tirk hatin, û di cih de jiyana xwe ji dest dan, û termên wan jî ta niha li ser sînor avêtî ye jiber ku leşkerên Tirk nahêlin ti kes nêzîkî sînor bibe.

Tê zanîn ku bi dehan Welatî li ser destê leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û birîndar kirin .