Print this page

Washingtonê piştgirî da PDKİ: Têkoşîna we rewa ye!

02:04:16

 

Rojava News: Şandeke pilebilind a Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê serdana Polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) kir.

Ofîsa fermî ya PDKÎyê ragihand, şanda Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê bi serokatiya Cîgirê Berpirsê Beşa Siyasî ya konsulxaneyê Jeff Mazur, duh roja çarşemî 31ê Tebaxê serdana Polîtboruya PDKÎyê kir û ji aliyê Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDKÎ Hesen Şerefî ve hatiye pêşwazîkirin.

Malpera fermî ya PDKÎ derbarê naveroka civîna şanda amerîkî û rayedarên wê partiyê de daxuyaniyek belav kir û  tê de ragihand: “Armanc ji serdana şanda Amerîka gotûbêjkirin û pevguhertina nêrînan derbarê rewşa siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, têkoşîna PDKÎyê li Rojhilatê Kurdistanê, bandora wê xebatê li ser Komara Îslamiya Îranê, pêwedniyên navbera xebata Kurd û gelên Îranê û aliyên siyasî yên Kurd û Îranê de bû.”

PDKÎyê ragihand, ku Jeff Mazur di civînê de gotiye: “Em di vê baweriyê de ne ku xebata we, xebateke siyasî û rewa ye.”

Li gorî daxuyaniyê, Şerefî di beşeke din a axavtina xwe de Komara Îslamiya Îranê wek “çavkaniya terorê” bi nav kiriye û ragihandiye, ew dê li ser xebata xwe berdewam bin û hêvî jî kiriye, ew kes û aliyên ku li dijî terorê şer dikin, alîkariya PDKÎyê bikin.