02:39:15
Rojava News: Hat ragihandin, ku Hewlêr û Bexda li ser serxwebûna Kurdistanê li hev kirine û 2 şand bo vê mebestê pêk anîne.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên ku bi xwe jî di wê şandeyê de bû, ku bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re serdana Bexdayê kiribûn, li ser naveroka serdanê ji rudawê re diyarkir ku;, Hewlêr û Bexda du komîteyên cuda derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê de pêk tînin.
Fuad Hisên herwiha da xuyakirin, şanda Herêma Kurdistanê di serdana vê carê ya bo Bexdayê û civînên li gel rayedarên iraqî de, bi fermî û bi zelalî behsa serxwebûna Herêma Kurdistanê kirin û ew pirs yek ji mijarên sereke yên gotûbêjan bûye.
Hisên tekez kir, ku Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi zelalî di hevdîtinan de amaje bi serxwebûna Kurdistanê kir û wiha got: “Nêçîrvan Barzanî ji berpirsên Bexdayê re got, ku rewşa niha bi vî awayê heyî berdewam nabe û nêrîna me her du aliyan jî li ser wê yekê weke hev e, ji ber wê jî pêwîst e em li ser çareseriyê biaxivin, ku çareseriya bingehîn a pirsgirêkan, serxwebûna Kurdistanê ye.”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn: “Li gel berpirsên pilebilind ên partî û hevpeymanîtiyên Iraqî bi aşkere û zelalî behsa mafê çarenivîsê û serxwebûna Kurdistanê hat kirin. Hinek aliyên iraqî bi zelalî gotin, ku mafê çarenivîsê mafekê xwezayî yê gelê Kurdistanê ye, lê belê hinek aliyên din jî di vê baweriyê de bûn, ku cudabûna Kurd renge bibe sedema çêbûna arîşeyên navxweyî û herêmî.”
Fuad Hisên amaje bi rêkevtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser mijara serxwebûna Kurdistanê kir û destnîşan kir: “Li ser vê mijarê her du aliyan li hev kirin, ku du şandan pêk bînin. Yek li Hewlêrê û ya din jî li Bexdayê, da ku hemû aliyên vê mijarê gengeşe bikin.”
Serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê 2 rojan dom kir.