Print this page

Kobanê: Bace ya Kurd a 2 kes kuştin 90 kes birîndar kirin!

12:42:52

 

Rojava News: Leşkerên Tirkiyê teqe li xwepêşandana xelkê Kobanê kirin û di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe jidest da û 90 kes jî birîndar bûn.

Xwepêşandana xelkê Kobanê ya li dijî dîwara bi beton a Tirkiyê berdewam dike. Hikûmeta Tirkiyê ev 4 roj in li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê, bi bilindahiya 4 metreyan dîwarek bi beton çê dike.

Ligel destpêkirina danîna dîwarê xwelkê Kobanê nerazîbûnê nîşan dide.

Roja Înê (02-09-2016) piştî nîvro xwepêşandana xelkê Kobanê firehtir bû. Li ser vê yekê di navbera leşkerên Tirkiyê û xelkê Kobanê de alozî derket û leşkeran bi gule bersiv da xwepêşanderan.

Li gor zanyariyan;  di encama gulebarana leşkerê Tirkiyê  de ciwanekî 17 salî yê bi navê Bozan Hecî Nazo û welatiyekî din ê bi navê Ehmed Cuma jiyana xwe jidest dane.

Herweha  nêzîkê 90 hemwelatî  jî birîndar in û rewşa 3 birîndaran giran e.