12:56:41
Rojava News: Leşkerên Tirk li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, welatiyekî Girê Sipî, birîndar kirin.
Li or hatiye zanîn; Duh welatiyê bi navê Salih El-Xelef (30) ê ji gundê El-Cenderatî yê 7 km li rojhilatî Girê Spî dikeve, dema ku erdê xwe av dida, bi guleya leşkerên Tirk birîndar bû.
Erdên Xelef 500 m dûrî sînorê Tirkiyeyê ne. Dema ku xelef erdê xwe yê çandiniyê av dida, leşkerên Tirk ji otomobîleke zirepoş, ew gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de, Xelef ji lingê xwe yê çepê ve birîndar bû.
Di 31᾿ê meha tebaxê de, leşkerên Tirk welatiyekî gundê Fiwêlan li herêma li ser sînor bi guleyan kuştin.