02:43:42
Rojava news: 2 xwekujên DAIŞê êrîşe gundekî navçeya Xûrmatû kirin û di encamê de 6 kes hatine kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyeke ewlekariyê ragihand ku êrîşeke xwekuj li gundekî Xurmantûyê pêk hat û di encamê de 6 kesan jiyana xwe jidest da û 6ên din birîndar bûne.
Li gor zanyariyan; li gundê Şahseywanê yê bi ser Xûrmatûyê ve, otomobîleke bombebarkirî hat teqandin. Piştî teqînê xelk li dora cihê bûyerê kom bû û di vê navberê de xwekujê duyem xwe di nava xelkê de teqand.
Qaymiqamê Xûrmatûyê di wê derbarê de ragihandiye ku; kesên bûne qurbanî tirkmen in.
Ji aliyekî din ve, DAIŞê berpirsyariya xwe li ser êrîşê ragihand û wiha got: "Ebû Hilal El-Iraqî tirimbêla xwe li cihê kombûneke kurdên yarsanî ya gundê Şehseywanê rawestand û piştî wê teqand." Gundê Şahseywan dikeve 7 kîlometre bakûrê Xûrmatû. Piraniya xelkê gund kurd û tirkemen in.