Rojava News: Di demên dawiyê de hinek medyaya ne fermî ya ser bi baskê destdirêj ê YNKê ve bi awayek aşkere êrîş dkine ser PDKê.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) binêhte xwe ji baskê çaksazî di nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de nêzîk bike, ji ber dibîne ku niha baskê destdirêj ê YNKê ji pirsên neteweyî derbas bûye û rêgiriyê li serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.
Çavkaniyeke agehdar ji PDKê ji BasNeswê re aşkere kir ku, piştî ku berî niha PDKê piştgirî li baskê destdirêj ê YNKê dikir, niha biryar daye ku helwesta xwe biguhere.
Wek wê çavkaniyê amaje pê kiriye, niha beşek ji medyay fermî û ne fermî ya YNKê, ku nêzîkin ji baskê destdirêj ê YNKê, dema êrîşkirina çekdarên DAIŞê li sînorên Mûsil, Hewlêr û Dihokê, bi zimanekî pûç û dûr ji prensîpên neteweyî êrîş kirine ser Hêzên Pêşmerge û bi taybetî fermandarên PDKê, ew jî bi baweriya PDKê wê wateyê dighîne ku, niha baskê destdirêj li nava YNKê bi temamî ji pirsên neteweyî dûr ketiye.
Derbarê daxuyaniya wê çavkaniyê de, Endamê Encûmena Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re got ku, di vê qonaxê de, baskekî YNKê hest bi qelsbûnê dike û dixwaze cemawerên xwe mijûl bike û wiha berdewam kir “Kar gehiştiye wê yekê ku hinek medyaya ne fermî ya YNKê nivîsîne ku, ew kêfxweşin ku Dihok di dest DAIŞ de be nek PDK.”
Li gor ku Elî Ewnî daye zanîn, baskê dilsoz bo niştiman û yê ku daxwaza serxwebûnê bo Kurdistanê dike, di nava YNKê de hatiye piştguh xistin.
Ji aliyê xwe ve, parlementerê Kurdistanê yê berê Ednan Osman derbarê rêgirtin li pêş yekxistina Hêzên Pêşmerge ji BasNewsê re got: “Di nameyekê de ku min ji bo Mele Bextiya şandiye mi nivîsiye ku, yeknegirtina Hêzên Pêşmerge çî ye? Çima ew hêz nayên yekxistin?.”
Ednan Osman amaje kir jî ku, di wê nameya xwe de bi aşkere ji Mele Bextiyar xwestiye ku bide xuyakirin ka gelo guvaşên derve li ser wan hene, yan jî taximekî niştimanî heye ku rê nade bi yekxistina wan hêzan.”
Piştî dijwarbûna nakokiyan di nava serkirdatiya YNKê de, niha du bask di nava partiya navborî de peyda bûye, baskê yeke bi baskê destdirêj tê naskirin û ew jî bi serkêşiya Hêro Ibrahîm Ehmed e, baskê duyem jî bi navê baskê çaksazîxwaz tê naskirin û her yek ji Kosret Resûl ELî û Berhem Salih serkêşiyê dikin.