Print this page

Nêçîrvan Barzanî: Alîkariyên Amerîka balansa şer û hêzê guhert

01:14:42

 

Rojava news: Nêçîrvan Barzanî: Divê qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê ber bi çav were girtin û pêkhateyên parêzgehê bi aştî û aramî bijîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Sînator Martin Hênrîç ji komîteya karûbarên serbazî ser bi Encûmena Pîrên Amerîka ligel her yek ji Balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Sîlîman û Kunsilê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Kîn Giroz û şanda alîkar.

Di civînê de şanda mêhvan xweşhaliya xwe bi serdana Herêm aKurdistanê derbirîn, ronî dan ser şerê lidijî DAIŞê û serkeftinên berdewam ên Pêşmergeyên Kurdistanê di wî şerî de û hatina hejmarek herî mezin ji penaberan bo Herêma Kurdistanê û pêşwazîkirina xelkê û Hikûmeta Kurdistanê ji wan penaber û awareyan re û peydakirina xizmetguzariyên serekî bo wan, rola hikûmet û xelkê Kurdistanê di vî warî de berz nirxand, herwiha behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka û bi hêzkirina wan pêwendiyan tekez kirin.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana şanda mêhvan kir û pîrozbahiya xwe arasteyî balyozê nû yê Amerîka li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji wî re xwest.

Herwiha spasiya Herêma Kurdistanê bo Serok, Gel û Hikûmet Amerîka tekez kir ku, ji destpêka peydabûna gefên terorîstî ser Herêma Kurdistanê Amerîka alîkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê kir û hişt ku rewşa Pêşmerge li bereyên şer were guhertin.

Barzanî bi kurtî encamên serdana xwe û şanda ligel wî bo Bexda ji şanda mêhvan gotûbêjkirin û di hema demê de bihêzkirina pêwendiyên navbera herdu aliyn tekez kirin.

Di beşekî din de ji civînê operasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstan gotûbêjkirin, herdu alî hevra bû ku bi tenê riya leşkerî ne çareserî ye, lê belê pêwîste aliyên siyasî û mirovî yên vê pirsgirêkê berbiçav were girtin, di vê derbarê de jî pêwîste alîkarî û hemahingî di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexda de hebe, bitaybet jibo qonaxa piştî rizgarkieina Mûsilê û pêkanîna aştiyê di navbra hemû pêkhatiyan de û jiyanekî asayî li wê parêzgehê birêvbiçe.