Print this page

Raporta Mafê Mirov a Kurdistanê: Di tebaxê de Îranê 34 kurd bi dar vekir!

12:59:02

 

Rojava News: Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê raporta meha tebaxê ya binpêkirinên mafê mirovan a rejîma Îranê li Kurdistana Îranê eşkere kir.

Di raportê de behsa girtin, darvekirin, qetilkirina jin, zarok, kasibkar (kolber) û karkeran tê kirin û bal tê kişandin ser rewşa nebaş a girtiyên siyasî.

Di raporta Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê de ku îro hate belavkirin, hat gotin ku Dewleta Îranê di meha tebaxê de 34 girtiyên kurd bidar vekiriye. Di nava kesên ku hatine bidarvekirin girtiyên siyasî yê kurd Mihemed Abdullahî jî heye.

Di heman mehê de 32 hemwelatî ji ber sedemên cur be cur hatine binçavkirin, girtin û tehdîdkirin. Gelek ji van welatiyan hatine girtin û çarenûsa wan nediyare. Nêzî 270 karker ji kar hatine derxistin.

Di berdewama rapora Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê (RMMK) de behsa binpêkirina mafê mirovan di girtîgehan de bi taybet li dijî girtiyên siyasî yên kurd tê kirin.

Rapor her wiha cih dide qetilkirina kasibkarên (kolber) ser sînor ku bi guleya hêzên rejîma Îranê hatine qetilkirin yan jî birîndar bûne. 5 kasibkar di meha çûyî de hatine qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûne û hatine girtin.

Di dawiya raporê de behsa zêdebûna rêjeya kuştin û xwekuştinê û şîdetê ji aliyê rejîmê ve li hember civakê bi taybet jin û zarokan tê kirin.