14:05:14
Rojava News: DAIŞê li ser tûra pêwendiyên civakî (Twitter) yên nêzîkî wê, berpirseyatiya xwe ji encamdana teqînên îro yên Rojava Kurdistanê ragihand.
Îro li bajarê Hesekê li çarxeriya Merşo li nêzêkî navenda Asayişa Rojava motoreke bombebarkirî hat teqandin, ku di encama teqînê de 7 kesan çanê xwe ji dest dan, ku ji nava wan 4 endamên asayişê ne û 3 kesên din sivîl in.
Herwiha li Qamişlo jî bombeyeke çandî li ser riya Kornêş teqiya, lê ti ziyanên canî nebûn.