Print this page

Li Dêrsimê wesayîta zirxî jinek birîndar kir

Rojava News: Hat ragihandin ku wesayiteke zirxî ya Artêşa Tirkiyeyê li navenda bajarê Dêrsimê pêl li jinekê kir.

Li gorî nûçeya ajansa DIHAyê wesayîteke zirxî ya Artêşa Tirkiyeyê li navenda bajarê Dêrsimê pêş li jinekê kir û ew birîndar kir.

Li navenda Dêrsimê li nêzî Qada Seyîd Riza wesayîta zirxî ya Artêşa Tirkiyeyê pêl li jinekî kir û ew birîndar kir. Jina di binê wesayîta zirxî de ma û birîndar bû ji hêla welatiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Li cihê buyerê di navbera gel û polêsên Midûriyeta Ewlehî ya bajêr de gengeşî derket.

Li gorî çavkaniyên herêmî gengeşiya navbera gel û hêzên ewlehî li herêmê berdewam dike.