13:01:19
Rojava News: Li gorî dokûmantarên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê rojnameya Brîtanî The Observer hatine belavkirin, tê pêşbînîkirin bi destpêkirina Operasyona Mûsilê re milyonek kes koçberê Herêma Kurdistanê bin. Herwiha metirsî heye ku çekdarên DAIŞê jî di nava koçberan de bi dizîka werin.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hişyarî dide eger alîkariya darayî ji Herêma Kurdistanê re neyê kirin, dê rewşa aborî, civakî, siyasî û ewlekariya Kurdistanê bikeve bin metirsiyê.
Li gorî pêşbîniyan, nêzîkê milyonek û 200 hezar kes di nava bajarê Mûsilê de mane. Li navçe û gundên derdora Mûsilê jî nêzîkê 800 hezar kes hene. Ev yek jî giringiya Operasyona Mûsilê ji operasyonên din cudatir dike.
Hebûna hejmarek wiha yê mezin, him metirsiyê li ser jiyana xelkê medenî zêdetir dike û him jî dihêle ku dema operasyonê jî dirêj bibe. Jiber ku DAIŞê beriya niha jî li herêmên din, li dijî operasyonan xelk weke “Mertalên Zindî” biranî bû.
Wezareta Nevxwe ya Herêma Kurdistanê pêşbîniya sê egerên cuda dike:
Yekemîn: Mûsil bi rehetî û lez bê azadkirin, hingî dê tenê 100 hezar kes koçê Herêma Kurdistanê bikin.
Duyemîn: Şer dirêj bibe û şerê kolanan destpê bike. Di vê rewşê de jî tê pêşbînîkirin ku zêdetirî milyonek kes koçber bin. Ev yek jî rewşa herî giran a şer e.
Sêyemîn: Şer çend hefteyan an jî çend mehan berdewam bike, rêyên hatin û çûna bajêr bên girtin. Di vê rewşê de jî tê pêşbînîkirin ku herî kêm 400 hezar kes berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.
Beriya niha Cîgirê Emîndarê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Steven Obreyan ji Rûdawê re ragihandibû, “Ligel destpêkirina Operasyona Mûsilê dibe nîv mîlyon kes koçberê Kurdistanê bin.”
NY daxwaza 275 milyon dolaran kiriye ji bo bikare alîkariya wan kesan bike ku jiber şerê Mûsilê birevin.
Di dokûmantarên Wezareta Nevxwe de pir bi eşkereyî behsa wê yekê hatiye kirin ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi alîkariyeke mezin heye, eger hikûmeta Iraqê, welatên hevpeymanan û civaka navdewletî vî alîkariyê neke, dibe karesateke mezin ê mirovahiyê rêbide.
Di raporên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê de amaje bi wan gefên ewlekairyê jî hatiye kirin. Tê gotin ku dibe di nava pêla penaberan de çekdarên DAIŞê bi dizî ve bêne nav bajarên Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê tê gotin ku divê di xalên derbasbûna xelkê de tedbîrên ewlekariyê jî zêdetir bibin.
Ji meha Hezîrana îsal ve Hêzên Pêşmerge ji rojhilat û bakûr ve ber bi bajarê Mûsilê ve pêşve diçin. Ji aliyê din ve Artêşa Iraqê jî ji başûr ve nêzîkê Mûsilê dibe ku bi rizgarkirina navçeya Geyare artêş 80 km nêzîkê Mûsilê bûye.