Rojava News: Hat zanîn ku li nêzîkî bajarê Bokanê yê Kurdistana Rojhilat, pêşmergeyên Rojhilatî êrişî pasdarên Îranê kirine.
Malpera bi navê “Rojî Kurd”, ku nêzîkî partiyên Rojhilatî bi taybet Partiya Demokrat e, ragihandiye, şeva borî pêşmergeyên Rojhilatî ku xwe wek “Helokanî Zagros – Bazên Zagrosêm bi nav kirine, li du gundên bajarê Bokanê êrişî pasdar û besîcên Îranê kirine.
Li gorî agahiyên wê malperê, êrişa yekem saet 22:30 li gundê “Naçît” bûye û êrişa duyem jî li gundê “Serçinar” bûye, her du êriş jî ji aliyê pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve hatine kirin lê heta niha wê partiyê li ser vê yekê tiştek negotiye.
Her wiha hatiye gotin ku hevdem bi wan êrişan re, 2 pasdarên kurd li nav bajarê Bokanê rastî êrişa çekdarî hatine û hatine kuştin. Ew êriş jî ji aliyê “Bazên Zagrosê” ve hatiye kirin.
Tê gotin ku di encama wan êrişan de, komek pasdar û besîc hatine kuştin lê nayê zanîn hejmara wan çend e.
Ji aliyekî din, tê gotin ku şeva borî pasdarên Îranê dora gundê “Binewxelef” ê bajarê Serdeşt girtine û di nav gund de dengê fîşekan hatiye lê nehatiye zanîn ka li wir şer derketiye yan na.