13:09:12
Rojava News: Hat ragihandin ku komên girêdayî Konseya Sûriyeyê (KNS) li Helebê êrişî taxa Şexmeqsûdê kir û di encamê de gelek welatiyên sivîl birîndar bûne.
Li gorî agahîyên herêmî, komên terorîstî bi moşekên katyûşayê û bi topên cehenemê êrişî taxa Şexmeqsûdê ya giredayî Helebê kir.
Hat diyarkirin ku terorîstan bi taybetî êrişên xwe li bakurê taxa Şexmeqsûdê zedetir kirine û di encamê de gelek welatiyên sivîl birîndar bûne û gelek zerara madî jî çebûye.
Ji aliyekî din ve, êrişên komên terorîstî li ser taxa Şexmeqsûda kurdan bê navber berdevam in.