Print this page

Artêşa tirk êrîşî Rojava kir: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan!

22:36:56

 

Rojava News: Artêşa tirk êrîş bir ser navçeya Raco ya Efrînê. Di heman demê de artêşa tirk êrîşî çeperên YPGê yên li heman herêmê kirin. Li gori zanyariyên ji herêmê 5 kesan jiyana xwe dest dan.

Li gorî nuçeya daketiye ser Rûdawê Artêşa Tirkiyê gundê Sorka yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê bi giranî dide ber topan.

18.00ê de artêşa tirk bi topên hawan, obus û tangan êrîşî gundê sînor ên ê bi navê Surkê yê navçeya Racoyê kirin. Li gorî heman nûçeyê leşkeran him çeperên YPGê him jî cîwarên sivîlan dikin hedef.

Li gor heman nuçeyê, ji 6 şehîdên êrişên îşev ên Artêşa Tirkiyê 5 şervan ên Hêza Erka Xweparastinê ne û şehîdek jî endamekî Asayişê ye.