10:41:43
Rojava News: Rêveberiya Ewlekariya Amedê hişyarî da ku dibe rûdanên bi rengên bûyerên 6-7-8ê Cotmeha 2014an biqewimin.
Rêveberiya Ewlekariya Amedê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir, dibe ku bûyerên weke 6-7-8ê Cotmehê ku zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dabûn dîsa dest pê bikin.
Herwiha Rêveberiya Ewlekariya Amedê da zanîn ji bo êrişan 61 wesayîtên bombekirî hatine amadekirin.
Di daxuyaniya navborî de wiha hat gotin: “Li gor agahiyên berdest, bûyerên kolanan dê dîsa dest pê bikin, dê li xalên kontrol û rêbendan dê hewl bidin bi roket û wesayîtên bombekirî êrişan pêk bîne û dê bi hêceta berdana Rêberê PKKê Abdullaj Ocalan çalakiyên weke weke 6-7-8ê Cotmehê lidar bixin.”