6:32:51 PM
RojavaNews: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt Koşka Êlîzeyê û ji aliyê Serokê Fransa Franswa Hollande ve hat pêşwazîkirin.
Di duyemîn roja serdana xwe ya bo Fransayê de, Serok Mesûd Barzanî gihîşt Koşka Serokatiya Fransayê, Koşka Êlîzeyê (Eleise).
Bo pêşwaziya Barzanî protokola fermî ya pêşwazîkirina bo Serokê dewletan hatiye cîbicîkirin.