11:23:26
Rojava News: Wezareta Karên Navxweyî li şûna 28 şaredarên ku bi hinceta ku piştgiriya PKK-KCKê û FETOyê kiriye û di çarçoveya lêpirsînên di derbarê wan de tên meşandin de ji peywirê hatin girtin, bi biryarnameya di hikmê de yasayê de 28 kes hatine peywirdar kirin.
Hat ragehandin ku Wezareta Karên Navxweyî li şûna 28 şaredarên ku bi hinceta ku piştgiriya PKK-KCKê û FETOyê kiriye û di çarçoveya lêpirsînên di derbarê wan de tên meşandin de ji peywirê hatin girtin, bi biryarnameya di hikmê de yasayê de 28 kes hatine peywirdar kirin.
Di nûçeyê de hat diyar kirin ku kesên hatine tayîn kirin serê sibehê di saet 09.00a de dest bi peywirê kirine. Ji wan 28 qayimên ku hatin tayîn kirin 2 li bajêr, 24 li navçeyê û 2 jî li bajarokan wê peywirdar bin. Hat dest nîşan kirin ku ji qan tayînkirinan 24 ji ber PKK-KCKê ye 4 jî ji ber FETOyê ye.
Bajarên ku qayim lê hatin tayîn kirin Colemêrg û Êlih e. Navçeyên ku qayim lê hatin tayîn kirin jî navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê, navçeya Diyadînê ya Agirî, navçeyên Qelqelî, Rêya Armûşê, Erdiş û Artemêtanê yên Wanê, navçeyên Cizîr û Sliopiyê yên Şirnexê û navçeyên Kerboran, Dêrik, Çiyayê Mazî û Nisêbîn ên Mêrdînê ne.