12:16:36
Rojava News: Piştî ku ji bo Şaredariya navçeya Dêrika Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin li şûna tabelay bi hersê zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî tabeleya bi herdu zimanên Kurdî û Tirkî hat daliqandin.
Qeymaqamê Dêikê Muhammed Fatih Safiturk ji bo Şaredariya Derîkê weke qeyûmê hat tayînkirin.
Muhammed Fatih Safitürk li şûna tabelay bi hersê zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî tabelayeke nû daliqand.
Di tabelya nû de nivîsa bi Ermenî hat rakirin.
Bi biryarnameya di hukimê qanûnê de, qeyûm ji bo 28 şaredariyan hatin dayîn ku 24 jê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn.
Yek ji wan şaredariyan jî ya Giyadînê bû ku li ser tabeleyê bi kurdî û tirkî hatibû nivîsîn. Tabeleya kurdî hat rakirin.
Piştî ku mijar ket medyayê û gelek bertek hatin nîşandan, Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu, talîmat dan ku tabeleya Kurdî bê vegerandin.