Print this page

Barzanî bo Amerîka: Ji bo Operasyona Mûsilê garantiyê bidin!

 

Rojava News: Barzanî îro pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken kir. Barzanî li ser mijara operasyona Mûsilê ji Blinken re got, pêwîst e bo  parastina Kurdên Êzidî û Kirîstiyanan û rêgirtin ji kûrbûna pirsgirêkan, garantî werin dan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken silavên Serok Obama û Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden gihand Serok Barzanî û spasiya rol û qehremanîtiya Hêza Pêşmerge kir û pesnê serkirdatiya Serok Barzanî di misogerkirina serkevtinên li dijî terorîstên DAIŞê de da.

Barzanî di vê hevdîtinê de spasiya Serokê Amerîkayê Barack Obama, gel, hikûmet û Artêşa Amerîkayê kir, ku di şerê li dijî terorîstan de piştevaniya gelê Kurdistanê û Hêza Pêşmerge bûne.

Barzanî hêvî jî kir, ku bi hevkarî û karên hevbeş ên navbera her du aliyan, serkevtinên mezintir li dijî terorîstan werin bidestxistin.

Di beşeke din a daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de, hat gotin, ku Barzanî û şanda Amerîkayê behsa amadekarî û plana serbazî ya bo operasyona rizgarkirina Mûsilê û hevrêziya navbera hêzên beşdar di operasyonên de kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê ji şanda Amerîkayê re behsa giringiya hebûna planeke siyasî bo qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê kir û daxwaz kir, bi mebesta rêgirtin ji kûrtirbûna pirsgirêkan û parastina pêkhateyan û bi atybet jî Kirîstiyan û Kurdên Êzidî yên parêzgeha Mûsilê garantî werin dayîn.

Her du aliyan di civînê de tekezî li ser berdewamiya guvaşên bo ser terorîstan û hevrêzî û şêwira berdewam di navbera Hewlêr-Bexda û hevpeymanan de kirin.