Print this page

Girê Spî: Amerîka bingeheke leşkerî ava dike

Rojaava News: Şandek ji yekîneyên Amerîkî serdana bajarokê Girê Spî li Rojavayê Kurdistanê kir û biryara avakirina bingeheke leşkerî lê dike.

Li gor nuçeya K24ê şanda Amerîkî digel rîsipyên eşîre û hin berpirsên Rêveberiya Xweser civiyan û çend mijar giftûgokirin, û şanda Amerîkî soza parastina bajêr ji êrîşên DAIŞê da.

Şanda Amerîkî xendek û tunêlên ku DAIŞê ji Tirkiyê berev bajêr bikar tanîn pişknîn kirin. Piştî ku li bajêr û derdora wî geriyan, alên xwe danîn ser xanî û avahiya Rêveberiya Postê.

Herwiha şanda Amerîkî ligel Rêveberiya Xweser rêkeftin ku bingeheke leşkerî li gundî Minbitihê yê 2 k.m li rojavayê Girê Spî dikeve, ava bikin.