Print this page

Li Amedê brûsk ket: 1 mirî û 6 birîndar!

 

Rojava News: Li navçeya Licê ya Amedê brûsk li ser gundiyên ku li nava erd dixebitîn ket, di encamê de rencberekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Licê ya Amedê brûsk li ser gundiyên ku li nava erdê tutinê dixebitîn ket, di encamê de rencberekî gundî jiyana xwe ji dest da û 6 rêncber jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest, li taxa Dolunay a navçeya Licê ya Amedê brûsk bi ser rêncberên gundî ku li nav erdê tutinê dixebitîn ket. Piştî ketina brûskê welatiyên li gund agahî dane saziya tendirûstiyê, tîmên lezgîn ên tendirûstiye derbasî gund bûn û piştî mûdaxeleya pêşî 7 welatiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajare Amedê. ​

Digel hemû mûdaxeleyên tendirûstî welatiyekî ku navê wî nehat hînbûn beriya ku bigihîje nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest da û dermankirina 6 welatiyên birîndar li nexweşxaneyên cûbicûr ên Amedê didome.