10:35:07
Rojava News: Werzişvanên Rojavayê Kurdistanê li welatê Urdinê beşdariyê di 2 qehremaniyên navdewletî de dikin.
Biryar e di meha bê de 9 werzişvanên Dibistana Pilingên Taykwando ya Rojavayê Kurdistanê beşdariyê di 2 qehremaniyên navdewletî de li welatê Urdinê bikin.
Yek ji rêveberên Dibistana Pilingên Taykwando bo Rûdawê ragihand, ku biryar e ew û 8 werzişvanên Dibistanê, meha bê biçin Urdinê û dê beşdariya di 2 qehremaniyên navdewletî de li wî welatî bikin, ya yekem 21ê Cotmehê birêve diçe, ya duyem jî 11ê Mijdarê li Urdinê tê sazkirin.
Dibistana Pilingên Taykwando di 17ê Hizêrana 2009an li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye damezirandin û heya niha berdewame di karê xwe de, zêdetirî hezar û 200 endamên wê hene.
Herwiha zêdetirî 100 endamên Pilingên Taykwando wek lîstikvanên navdewletî li nav Yekîtiya Cîhanî ya Taykwando hatine tomarkirin.