12:01:07
Rojava News: Bi alîkariya hin rêxistinên herêmî û cîhanî Heyva Sor a Kurd nexweşxaneyeke taybet ji dayikbûnê li Kobanê vekir.
Li gor nuçeya K24ê Heyva Sor a Kurd nexweşxaneyeke taybet bo dayikbûnê li Kobanê vekir ew nexweşxane yekemîn nexweşxaneya ku ji dayikbûnê tê vekirin.
Li gor zanyariyan nexweşxane berî sal û nîvekê ji aliyê rêxistna Akor ve hatibû avakirin û ji 12 odeyan pêk tê herwiha 50 ji sedî pêdiviyên wê hatine dabîn kirin.
Herweha hate gotin ku; vekirina wê nexweşxaneyê bi derengî ket ew jî, ji ber girtina deriyên sînorî bi Rojavayê Kurdistanê re bû.