3:09:34 PM
RojavaNews: Rijîma Sûriyê 3 karmendên ku di dezgeha Petrolê Li bajarê Rimêlanê ji kar dûr xist.
Di berdewamiya kiriyarên xirab yên rêjîma Beisê derheqê karmendên Kurd de, dezgeha Petrolê biriyar da ku 3 karmendên Kurd yên ku li ser Bîrên Petrolê li navçeyên Rimêlanê kar dikin, ji kar werin dûr xistin, û mûçeyên wan werin rawestandin, û navê karmend evin: Refîq Îsa, Şehnaz Gelo û Mihemed Mirdî, û li gorî agahiyan sedema wê dûrxistinê ku ew kes karê siyasî dikirin.
Tê zanîn ku tevahiya dezgeh û bîrên Petrolê li Rojavayê Kurdistanê di bin deverên kontrola Rêveberiya Xweser de ne û ji hêla YPGê ve têne parastin