12:07:45
Rojava News: Çekdarên DAIŞê îro serê sibehê, ji bereyên Başîk û Guwêrê êrişî sengerên Pêşmerge kir û li eniya Başîkê şerê di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên rêxistinê de hê jî berdewam e.
Li gor zanyariyên ji Rudawê hatine wergirtin; DAIŞê bi hewanan sengerên Pêşmerge topbaran kirine û Hêzên Pêşmerge jî bersivekî tund dane çekdaran û şer hê jî berdewam e.
Her wiha di seat 05.00ê vê sibehê DAIŞê li gundê Kenhişe bi heman awayî sengerên Pêşmerge topbaran kirin û piştî seat û nîvekê ew êrîşa rêxistinê hatiye şikandin û niha rewş heya astekê aram bûye û herwiha di vî şerî de ti ziyanek negihîştiye Hêzên Pêşmerge.
Ji aliyê din ve li Eniya Xazirê di encama êrişeke xwekujî de 2 pêşmerge şehîd bûn.