12:24:00
Rojava News: Li navçeya Pîranaşarê ya Rojhilatê Kurdistanê, di navbera hêzekî kurdî û pasdarên Îranê de şer û pevçûn derket.
Li gor nuçeya Rudawê şevê din (18-09-2016) li herêma Berê Mêrganê ya navçeya Pîranşarê, di nava şervanên kurd û artêşa pasdarên Îranê de pevçûn derketiye.
Hat zanîn; heta niha jî şer berdewam e lê nayê zanîn ka şervanên kurd yên kîjan aliyê ne.
Li gorî zanyariyan 2 endamên xwecîh ên pasdarên Îranê birîndar bûne.