Print this page

Li Amedê perwerda zarokan bi dersa “Darbe” destpêkir!

12:28:00

 

Rojava News: Li Amedê werza nû ya perwerdeyê bi dersa “hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmihê” dest pê kir.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye îro werza perwerdeya 2016-2017ê dest pê kir.

Li Amedê di roja yekem a perwerdeyê de broşûrên darberê hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmihê li Tirkiyê de hatin belavkirin.

Broşûr bi ser navê “Ji Bo Bibîranîna Şehîd û Serkeftina Demokrasiya 15ê Tîrmehê” hatiye amadekirin û pêşigotina wê jî ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hatiye nivîsandin.

Li Amedê li hezar 616 dibistanan 440 hezar û 217 zarokan bi pêşengiya 18 hezar û 259 mamosteyan dest bi perwerdeyê kirin.