Print this page

Li Rojava serjimêrî tê kirin!

13:27:08

 

Rojava News: Li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê revebreiya xweser ya bi ser PYDê ve daxuyaniyek hate belavkirin da hemû xelkê everê tevlî serjimêriyê bibin.

Revebreiya xweser ya bi ser PYDê di daxuyaniyekê de ragihand, wan dest bi serjimêriyê kirine û navê wê prose jî danîne “Ez li vir im”.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku serjimêriyê îro danê sibê li Dêrikê, Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa, Telkoçer, Tirbespî û Tel Hemîsê dest pê kir û tîmên serjimêriyê mal bi mal digerin û navên welatiyan tomar dikin.

Serjimêrî di demekî de li Rojava tê kirin ku beşek mezin ji xelkê Rojava ji ber şer ji Rojava derketine. Ji ber wê sedemê jî gelek partî û kesayetî ji wê rewşê nerazîne.