Print this page

Obama di civîna “operasyona rizgarkirina Mûsilê” de spasiya pêşmerge kir!

12:29:20

 

Rojava News: Serokê Amerîkayê Barzack Obama, berovajiyê civîna sala borî ya Neteweyên Yekbûyî, di civîna îsal de behsa giringa rola Hêzên Pêşmerge ya di şerê DAIŞê de, kir.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên îsal weke nûnerê Herêma Kurdistanê beşdarî civîna Obama û Heyder Ebadî bû ku yek ji mijara serke ya civînê “operasyona rizgarkirina Mûsilê” bû.

Obama di daxuyaniyên xwe yên piştî civînê de behsa rola Hêzên Pêşmerge kir. Ev yek jî nîşan dide ku Koşka Spî di wê baweriyê de ye, bêyî beşdarbûna kurdan, operasyona Mûsilê serkeftî nabe. 

Obama di nava axaftina xwe de spasiya pêşmerge jî kir û got, “Spasiya min ne tenê ji bo pêşmergeyên kurd û hêzên Iraqî ye, spasiya wan jin û zilamên leşkerên Amerîkî jî dikim ku hevkariya şer kirin.”

Li gorî pêşbîniya çavkaniyên dîplomatîk, rêveberiya Amerîkayê dixwaze beriya hilbijartinên Mijdarê operasyona Mûsilê dest pê bike.

Lê berpirsên kurd dibêjin, “ya giring rizgarkirina Mûsilê ye, ne ku dema destpêkirina operasyonê.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî got, “Piştî rizgarkirina Mûsilê dê rewşeke nû yê leşkerî û mirovî derbikeve holê.