Print this page

Selahedîn Demîrtaş wê Serdana Mesûd Berzanî bike!

12:39:10

 

Rojava News: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand, hevserokê wê partiyê Selahedîn Demîrtaş dê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin bike.

Li gor hatiye zanîn; Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş dê îro were Herêma Kurdistanê û bi rayedarên Kurdistana Başûr re hevdîtin bike.

Tê payênkirin ku serdana Demîrtaş bo Başûr jib o 4 roja ye û ermanc ji wê serdanê  xurtkirina peywendiyan bi hêz li gel partiyên siyasî yên Kurdistanê ye.

Herweha li gor Berpirsê ofîsa HDPê; Demîrtaş dê peyamên nû bide, û dê bi Barzanî re behsa bihêzkirina yekitiya gelê Kurdistanê bike.